Gengeşiya li Îranê zêde dibe: DYE ji baregehan vedikişe
DYE'yê ragihand ku ji ber zêdebûna gengeşiya li Rojhilata Navîn, dest bi vekişandina personelên xwe yên ji hin baregehên leşkerî yên stratejîk ên li herêmê kiriye.
DYE'yê ragihand ku ji ber zêdebûna gengeşiya li Rojhilata Navîn, dest bi vekişandina personelên xwe yên ji hin baregehên leşkerî yên stratejîk ên li herêmê kiriye.
Rayedarekî DYE’yê bi şertê ku navê wî neyê eşkerekirin ji Reutersê re axivî û diyar kir ku ev gav "tedbîrek îhtiyadî”ye. Hat ragihandin ku ev biryar piştî zêdebûna gengeşiyê û gefên dubare yên Îranê yên hedefgirtina baregehên DYE’yê hat dayîn.
BÎLANÇOYA XWEPÊŞANDANAN ZÊDE DIBE
Her ku li Îranê rageşî zêde dibe, tepeserkirina li dijî xwepêşandanan jî zêde dibe. Li gorî rêxistineke mafên mirovan, di encama tepeserkirina tund a xwepêşandanan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de herî kêm 2,400 kes hatine qetilkirin û 18,000 kes hatine binçavkirin.
ÎRAN GEFA 'DESTSERKIRINA MAL Û MILK’ DIXWE
Hikûmeta Îranê li dijî kesên ku beşdarî xwepêşandanan dibin, cezayên nû amade dike. Serdozgerê Giştî yê Îranê Mihemed Movahed Azad di daxuyaniya li ser televîzyona dewletê de daxwaza naskirin û desteserkirina mal û milkên xwepêşanderan kir. Piştî daxuyaniya Azad a “ku divê ders bê dayîn", dadgeheke li Qûmê ragihand ku biyaryara desteserkirina mal û milkên bankê yên xwediyê kafeyekê ku bi tohmeta piştgiriya xwepêşandanan hatiye girtin, dane.
AMADEKARIYÊN LEŞKERÎ DI ASTA HERÎ BILIND DE YE
Li eniya leşkerî jî alozî zêde dibe. Fermandarê Hêza Hewayî ya Pasdarên Şoreşa Îranê Serdar Mûsawî diyar kir ku artêş di "asta herî bilind a amadekariya parastinê" de ye û ji her êrîşê re amade ye. Mûsawî îdia kir ku piştî pevçûna 12 rojan a bi Îsraîlê re di meha Hezîranê de depoyên fuzeyan zêde bûne û hemû zirara ku di dema pevçûnê de çêbûye hatiye tamîrkirin. Daxuyaniyên bi vî rengî berê ji aliyê Wezîrê Parastinê Ezîz Nasserzade û Fermandarê Hêza Hewayî ya Pasdarên Şoreşê Alî Hacîzade ve hatibûn dayîn.
WELATÊN HERÊMÊ HATIN HIŞYARKIRIN
Di vê navberê de, Îranê welatên herêmê jî hişyar kiriye. Rayedarekî payebilind ê Îranî, di axaftina Reutersê de diyar kir ku eger DYE êrîşî Îranê bike, baregehên DYE’yê yên Erebistana Siûdî, Îmaratên Yekbûyî yên Erebî û Tirkiye û li welatên herêmê wê bibin hedef. Heman rayedar got ku wan ji van welatan xwestiye ku Washingtonê ji êrîşeke muhtemel dûr bixin.
Li gorî nûçeya Wall Street Journal, Erebistana Siûdî, Oman û Qatarê derbarê mijara destwerdana leşkerî ya li Îranê de DYE’tê hişyar kirine. Welatên Kendavê nêrîna xwe ji Washingtonê re ragihandine ku hewldanek ji bo hilweşandina rejîma Îranê wê bazarên petrolê bê aramî bike û di demek dirêj de zirarê bide aboriya DYE’yê.
GELO CEZA BI RÊYA KRÎPTO TÊN DERBASKIRIN?
Ji bilî van pêşketinan, derket holê ku Muhafizên Şoreşê yên Îranê bi rêya pereyên krîpto cezayên navneteweyî derbas dike. Li gorî lêkolîna ku ji hêla TRM Labs ve hatiye kirin û ji hêla Washington Post ve hatiye ragihandin ku Muhafizên Şoreşê ji sala 2023’yan vir ve bi rêya du platformên pereyên krîptoyê Zedcex û Zedxion ên li Brîtanyayê zêdetirî 1 milyar dolar veguheztine. Lêkolîn destnîşan dike ku Îran bi karanîna pereyên krîpto re di derbaskirina cezayan de gihîştiye "asteke nû û sofîstîketir".